3 lîwayên din ên Yekîneya 70 ji bo Wezareta Pêşmerge hatin veguhestin

Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 3 lîwayên din ên Yekîneyên 70 bo ser mîlaka Wezareta Pêşmerge hatin veguhastin.
10.08.2023, Per - 11:22
3 lîwayên din ên Yekîneya 70 ji bo Wezareta Pêşmerge hatin veguhestin
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmerge belav kir, di çarçoveya cibicîkirina proseyasaya çaksaziyê û yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 3 lîwayên Fermandariya Yekîneyên 70 (lîwayên 26, 28 û 30) bo ser mîlaka Wezareta Pêşmerge hatin veguhastin.

Destnîşankirin jî, ew lîwa li ser mîlaka Wezareta Pêşmerge dibin û dê ji roja derkirina fermanê (8/8/2023) ve diçe warê cîbicîkirinê.

Yekîneya 70 a hêza Pêşmerge ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve ye û Yekîneya 80 jî ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve ye, niha di çarçova proseya çaksaziyê de, gavên yekgirtina wan di nava Wezareta Pêşmerge de tên avêtin.

Proseya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de, yek ji armancên sereke yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û hertim ji aliyê serokatiya Herêma Kurdistanê û berpirsên Wezareta Pêşmerge ve tekezî li ser tê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:36:16