2 bira ji ber teqîna tanka gazê mirin, yek di Zapê de xeniqî û yek jî di qezayekê de mir.
Mihemed Receb sala 1998an, Ehmed 1995an, Elî 2000î û Welîd jî sala 2002yan hatibûn dinê lê wan di bihara temenê xwe de xatir ji hev û ji jiyanê xwest.
Mihemed û Ehmed 27ê Gulanê li Hewlêrê ji ber teqîna tanka gazê mirin.
Mihemed li kargeheke gazê dixebitî û Ehmed çûbû ku seriyekî bide bide kekê xwe lê wê demê tankeke gazê teqiya û cenazeyên her du birayan vegeriyan malê.
Elî 28ê Tebaxê diçe Zapê da ku melevaniyê bike lê dema xwe diavêje çem serê wî li kevirekî dikeve û termê wî 29ê Tebaxê tê dîtin.
Zahir Husênê apê wan ji ajansa Rûdawê re da zanîn ku 14ê vê mehê otomobîlê li Welîd daye û ew jî doh miriye.
Welîd biçûkê 5 birayan bû û xwendekarê zanîngehê bû û niha tenê kekê wan ê mezin sax maye.
Her wiha 2 xwişkên wan hene.
Ehmed û Mihemed jin anîbû û Ehmed bavê 3 zarokan bû.