7 kes li Silêmaniyê ji ber destdirêjiya seksî li ser keçekê hatin desteserkirin

Polîsê Silêmaniyê ragihand ku wan 7 mêr bi tawana destdirêjiya seksî li ser keçeke 14-15 salî desteser kirine. Berdevkê Polîsê Silêmaniyê ragihand, keçik ji ber belavbûna vîdyoyekî xwe di tora civakî ya TikTokê de ji mal direve û diçe cem hevalekî xwe yê kur, paşê ew kur keçikê radestî 6 hevalên xwe kiriye û “destdirêjî li keçikê kirine.”
28.12.2022, Çar - 08:19
7 kes li Silêmaniyê ji ber destdirêjiya seksî li ser keçekê hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Polîsê Silêmaniyê roja Sêşemê 27ê Kanûna 2022an di daxuyaniyekê de diyar kir ku bavê keçikekê agahî daye navendeke polîsan li bajarê Silêmaniyê ku keça wî winda bûye û piştî ku polîs lêkolîn kir, wan dît ku ji ber vîdyoyeke wê li ser TikTokê hatiye weşandin, ji malê reviyaye.

Di daxuyaniya Polîsê Silêmaniyê de tê gotin, destpêkê du kesên tohmetbar hatin desteserkirin ku vîdyoya keçikê belav kiribûn, paşê di demeke kurt de keça windabûyî jî haat dîtin.

Polîsê Silêmaniyê derbarê dîtina keçikê de dibêje, “Derket holê ku ji dema windabûnê ve ji aliyê 5 kesên tohmetbar ve hatiye revandin û di nava apartmanekê de hatiye dîlgirtin û destdirêjiya seksî li wê hatiye kirin. Heta tohmetbar hatin dîtin û hatin desteserkirin, lêkolîn berdewam bûn.”

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed, temenê wê keçê di navbera 14-15 salan de ye û got, hevalekê kur ê keçikê vîdyoya wê li ser TikTokê weşandiye û piştî ku hevalên keç ên keçikê vîdyo dîtine, ew ji mijarê agahdar kirine, ji ber wê jî keçik ji malê reviyaye.

Serkewt Ehmed da xuyakirin, piştî ku keçik ji malê reviyaye çûye cem hevalekî xwe yê kur. Lê belê wî destdirêjiya seksî lê kiriye û ew radestî zilamekî din kiriye. Herî dawî ji aliyê heft kesan ve rastî destdirêjiya seksî hatiye.

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê herwiha got, “ji ber destdirêjiyê keçikê keçatiya xwe ji dest nedaye.”

Polîsê Silêmaniyê nasnameya tohmetbaran wiha belav kiriye; B.X.N sala 2005an ji dayik bûye, M.R.M sala 2002an ji dayik bûye, M.M.Q sala 1999an ji dayik bûye, G.M.M sala 1988an ji dayik bûye, B.B.H sala 1995an ji dayik bûye, Ç.I.H sala 1993an ji dayik bûye û R.S.S sala 1989an ji dayik bûye.

Her heft kes bi biryara dadwer hatine girtin û li xwe mikur hatine ku destdirêjî li keçikê kirine.

Polîsê Silêmaniyê herwiha diyar kiriye ku bi biryara dadwer keçik bo nexweşxaneyê hatiye şandin daku çareseriyên pizîşkî werbigre û pişkinîn jê re bê kirin û paşê bo şeltereke jinan (mala vehewandina jinan) a li bajarê Silêmaniyê hatiye şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:43:02