9 sal di ser komkujiya Kurdên Êzidî re derbas bû

Îro 9 sal di ser komkujiya Kurdên Êzidî re derbas dibin ku li Şingalê bi destê çekdarên DAIŞê zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzdî hatibûn kuştin.
03.08.2023, Per - 07:16
9 sal di ser komkujiya Kurdên Êzidî re derbas bû
Nuçe Belav bike

DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin. Bi hezaran jin û zarok jî dîl girtin û revandin û 550 hezar jî koçber bûn.

Herwiha bi sedema şer ji sedê 80 ya bajar û gûndên Şingalê wêran bûn.

Bi hezaran Kurdên Êzidî jî ku hewl didan cane xwe ji wê rêxistina hov xilas bikin, xwe spartin Çiyayê Şingalê, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê. Niha jî bi hezaran Kurdên Êzidî di kampan de dijîn.

DAIŞê li ber çavên hemû cîhanê Kurdên Êzidî komkuj kirin, kesên ku revandin miameleya weke ‘xenîmetên şer’ şkenceyeke sîstematîk û tundiya cinsî lê kirin û ev yek jî weke tawaneneke mezin a mirovahiyê hat tomarkirin.

Piştî êrîşa DAIŞê, heya niha bi dehan gorên bikomî û çend gorên take kesî yên Kurdên Êzdî li Şingalê û derdora wê hatine dîtin.

Li gor nûtirîn amarên Nivîsingeha Rizgarkirina Revandiyan, ji ber êrîşa DAIŞê, zêdetir ji 325 hezar Kurdên Êzdî ji Şingalê û derdora wê koçberî Herêma Kurdistanê bûn û piraniya wan li parêzgeha Duhokê bicih bûn, zêdetir ji 100 hezar Kurdên Êzdî penaber bûn.

Heya niha 13 welat û çend rêxistinên nadewletî tawanên DAIŞê ya li dijî Kurdên Êzdî weke komkujî nas kiriye.

Herî dawî jî Brîtaniya bû ku beriya du rojan bi awayê fermî komkujî qebûl kir.

Di 9 salvegera Şingalê de Berpirsê Ofîsa Rizgarbûyên Kurdên Êzdî dibêje, ji 6 hezar û 417 Kurdên Êzdî yên u ketibûne destê DAIŞê, heta niha 3 hezar û 570 kes hatine rizgarkirin.

Berpirsê Ofîsa Rizgarbûyên Kurdên Êzdî Husên Qaidî, di nava wan kesên azadkirî de, 339 zilam û hezar û 214 jin hene, yên din jî zarok in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 422 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:32:31