90 malbatên Kurdên Êzidî ji Kampa Şariya vegeriyan Şingalê

90 malbatên Kurdên Êzdî ku li kampa Şariya ya Duhokê weke koçber diman, îro vegeriyan Şingalê.
13.06.2023, Sal - 13:14
90 malbatên Kurdên Êzidî ji Kampa Şariya vegeriyan Şingalê
Nuçe Belav bike

Li sînorê parêzgeha Duhokê nêzîkî 200 hezar koçberên Kurdên Êzdî dijîn û piraniya wan li benda bicîhkirina rêkeftina Hewlêr-Bexdayê bûn ku piştî asayîbûna rewşa Şingalê vegerin.

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ev nêzîkî salekê ye ku proseya vegerandina koçberên Kurdên Êzdî daye destpêkirin û îro jî di vê çarçoveyê de 90 malbat vegeriyan.

Piraniya wan koçberên ku li kampan dijîn, ji ber ne aramiya rewşa Şingalê û hebûna çend hêzan li wê navçeyê ditirsin ku vegerin.

Dr. Xelef Şingalî: Rewşa Şingalê ne aram e welatî nikarin vegerin

Şêwirmendê Serokwezîrên Iraqê ji bo Karûbarên Êzdî Dr. Xelef Şingalî di hevpeyvîneke taybet de ji ajansa Rûdawê re ragihand ku, rewşa Şingalê ne aram e û welatî nikarin vegerin.

Dr. Xelef Şingalî diyar kir ku divê rêveberiyeke rewa li Şingalê bê danîn da ku proseya vegerandinê jî hêsan bibe, ji ber ku xelk naxwaze vegere nava çadiran û jiyana xwe di nava çadiran de derbas bikin û rastî metirsiyan bên.

Xelef Şingalî ji bo vegera koçberên Kurdên Êzidî bo cih û warên xwe, tekezî li ser wê yekê kir ku divê pirsgirêkên ewlekariyê bêne çareserkirin û proseya avadankirinê jî destpê bike.

Dr. Xelef Şingalî diyar jî kir ku komîteyek ji bo qerebûkirina xelkê Şingalê hatiye pêkanîn û dê weke du ofîsan kar bikin û navê xelkê tomar bikin û her wiha dê karê pêdaçûnê bo proseya qerebûkirinê jî bikin.

Berî niha zêdeyî 600 malbatên koçber ji bo vegera Şingalê serlêdan kiribûn.

Li parêzgeha Duhokê 65 hezar û 282 malbatên koçberên Şingalê hene ku dibine 330 hezar û 859 kes.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 559 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:50:48