Agir berbû kampekî koçberên Şingalê
Îro 30.06.2022yê agir ber bû kampa Bacid Kendal a li sînorê parêzgeha Duhokê û heta naha ziyanên canî û madî nayên zanîn.
30.06.2022, Per - 11:13
Peyamnêrê BasNewsê li Duhokê aşkera kir: ‘’Demek kurt berî naha agir ber bû çadir û konên kampa Bacid Kendal a koçberên Şingalê li Duhokê û heta naha ziyanên canî û madî yên wî agirî nayên zanîn.
Herwaha got: ‘’Agir pir mezine, tîmên berevaniya şaristaniyê li cîhê bûyerê ne ku agir bitemirînin.’’
Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 689 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:19:32