Agir bi “Bazara Lengê” ya Hewlêrê ket

Agir bi bazara navdar a Hewlêrê “Bazara Lengê” ket û tîmên agirkuj hewla kontrolkirin û vemirandina agir didin.
27.02.2024, Sal - 18:02
Agir bi “Bazara Lengê” ya Hewlêrê ket
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku, agir di nîvê bazara Lengê de derketiye û ji ber mezinbûna agir, tîmên agirkuj daxwaza alîkariyê ji tîmên din kirine.

Li gor î agahiyan, tîmên agirkuj û berevaniya sivîl li her du aliyên cadeyên 100 metrî û 40 metrî hewla kontirolkirina agir dikin û dixwazin rêyeke ewle bo gihîştina çavkaniya agir vekin, ji bo parastina dukan û kelûpelên din.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di bûyerê de ti kes neşewitiye û tenê 2 kes tûşî bihntengiyê bûne û ji bo dermankirinê, bo Nexweşxaneya Lezgîn a Rojhilat hatine veguhastin.

Bazara Lengê ya Hewlêrê, ji bazarên navdar yên Hewlêrê ye, pêştir jî agir pê ketibû û bi şêweyekî modern hatibû nûjenkirin, bi sedan dukan lê hene û hejmareke mezin ya welatiyan karê xwe tê de dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 359 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:13:04