Agir bi kempa nû ya zankoya Silêmaniyê ket

Agir li beşekî navxweyî yê zankoya bajarê Silêmaniyê ket, niha jî tîmên parastina şaristanî bi kontirolkirina agir ve mijûlin.
22.04.2017, Cts - 07:07
Agir bi kempa nû ya zankoya Silêmaniyê ket
Nuçe Belav bike

Peyamnêrê BasNewsê li bajarê Silêmaniyê got ku, îro, 21.04.2017 li beşekî navxweyî yê zankoya bajarê Silêmaniyê bi sedema pirsgirêkekî kehrebê agir pêket, di encam de 9 xwendevan birîndar bûn.

Aşkere kir ku, niha ew agir nehatiye kontirolkirin û zêdeyî 12 tîmên agirvemrandinê wî agirî kontiroldikin.Herwiha amaje bi wê yekê kir ku, heta niha nehatiye zanîn ku, di nav wî beşî de xwendevan mane yan na.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1569 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:07:36