Ahmet Turk ji Talebanî re name şand

Malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, ku Ahmet Turk duh 8ê Sibata 2017ê nameyek ji Celal Talebanî re şandiye û têde rola girin a Talebanî di proseya siyasî û aştî û demokrasiyê de, ji bo lihevkirin, diyalog û çareserkirina pirsgirêkan bi giring daye zanîn.
09.02.2017, Per - 21:02
 Ahmet Turk ji Talebanî re name şand
Nuçe Belav bike

Siyasetmedarê navdarê Bakurê Kurdistanê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê ku ji kar hatiye dûrxistin, nameyek ji Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî re şand.

Malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, ku Ahmet Turk duh 8ê Sibata 2017ê nameyek ji Celal Talebanî re şandiye û têde rola girin a Talebanî di proseya siyasî û aştî û demokrasiyê de, ji bo lihevkirin, diyalog û çareserkirina pirsgirêkan bi giring daye zanîn.

Di wê nameyê de, Ahmet Turk, Celal Talebanî weke Mam Celalê milletê Kurd û dostê min ê dêrîn bi nav kiriye.

Ahmet Turk di nameya xwe de dibêje: “Dostê min ê dêrîn, di vê serdemê de ku em di qonaxeke dîrokî re derbas dibin, ez dixwazin amaje bi wê bikim ku hûn çend pêwîst in. Xebat û bergiriya we ya 60 salî û şerefmendane ya di ber maf û azadiyê de, di ber pêşeroja azadiya gelê me de, her dem ji bo me diciriske û rêya me ronahî dike”.Turk herwiha soza kurdan a di serdema damezrandina Komara Kurdistanê ya bi paytextiya Mihabadê li Rojhilatê Kurdistanê bi bîr tîne û dibêje, ku di serdema siyaseta me ya îro de, heman yekgirtin û pêkvebûn gelek pêwîst e. Di vê navberê de jî cihê we ewqas giring û mezin e ku nayê tijîkirin.

Siyasetvanê navdarê Bakurê Kurdistanê amaje bi guhertinên li herêmê û derfetên heyî yên ji bo bi dest xistina destkevtan û herwiha xeter û gefên li ser wan destkevtan dike û wiha pê de diçe: “Her kurdek gelek baş dizane û dibîne bê rêbertiya we çiqasî giring e. Gelê kurd û civaka navdewletî dizanin ku di encama civînên we yên sala 1993an ligel dewleta Tirkiyeyê de, we hemû alî ber bi agirbestê ve bir”.

Ahmet Turk di beşeke din a nameya xwe ya bo Celal Talebanî de tekez dike, ku yekgirtina kurdan ji aliyê dîrokî ve pir giring e û rola Talevabî bo pêkanîna aştiyê û yekgirtinê bilind dinirxîne.

Turk amaje bi rewşa tendursitiya Telebanî bi bîr tîne û wiha dibêje: “Ez dizanim ku hûn ji ber rewşa tendirustiya xwe nikarin siyasetek çalak bikin, lê belê zêdebarê wê çendê hebûna we hêz û germiyê dide me. Hêvîdar im, û ji xwedê daxaz dikim ku tendirustiya we baş bibe û hûn rêberiyê ji me re bikin û hevkariya me bikin di biryardayîna dirist de. Pêşiya şer û kom komînê nayê girtin û di wê demê de ku gihîştiye bilindtirîn asta xwe, yekgirtîbûna hêz û zimanê aştiyê ji hemû demî bi nirxtir e”

.Ahmet Turk di dawiyê de hêviya xwe bo dubare dîtina Talebanî tîne ziman û dibêje: “Ez gelek hez dikim dubare we bibînim, lê belê ji ber ku derketina min ji bo derveyî welat hatiye qedexekirin, min şansê

wê nîne ku we yê mezin û birêz bigirim himbêza xwe. Renge di pêşerojê de ew derfet çêbibe û ev xema min nemîne”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1510 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:44:20