Alina Romanowski daxwaza hemahengiya zêdetir ji bo encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê dike

Balyozê Amerîka li Iraqê daxwaza hevahengiya zêdetir bo çaksaziyên Pêşmerge û encamdana hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di dawiya îsal de kir.
20.05.2023, Cts - 17:06
Alina Romanowski daxwaza hemahengiya zêdetir ji bo encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û ragihand, wê ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî axiviye û diyaloga wan a serketî û pêşketinên ku bi rêya Encûmena Wezîran hatine, bilind nirxand.

Romanowski got: “Ez her du aliyan han didim bo xurtkirina hevahengiyê derbarê pêşîniyên hevbeş, çaksaziyên Pêşmerge, karê ji bo mafên mirovan û encamdana hilbijartinan berî dawiya sala 2023an bikin.”

Roja 8ê Gulanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de derbarê hevîditna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî de belav kir, “Di atmosfereke erênî de, pirsgirêkên darayî û îdarî yên li pêşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û her du alî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalog û hevkariya di navbera hemû komên wezîran ên di nava Encûmena wezîran de, hevnêrîn bûn.

Piştre jî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê roja 14ê Gulanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û tîma wezîran a YNKê civiyabû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 317 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:07:27