Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê derbarê biryar dayîna li ser helbijartinê de dê bicivin

Biryare aliyên siyasî yên Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê bicivin û biryarê li ser dema hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bidin.
08.08.2022, Pts - 11:01
Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê derbarê biryar dayîna li ser helbijartinê de dê bicivin
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyên K24’e Roja 10.08.2022yê li Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê û bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna nûnera taybet a Netewên Yekbûyî Jeannine Hennis-Plasschaert û kesên yekem ên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dê bicivin û derbarê pêkanîna helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de dê biryara dawiyê bidin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêştir di roja 24/2/2022an de fermana herêmî ji bo diyarkirina roja hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Kurdistanê îmze kiribû û biryar bû hilbijartin roja 1/10/2022an bihata kirin, lê aliyên siyasî li ser yasaya hilbijartinê û Aktîvkirina komîsyonê ne hevnêrîn bûn, çend caran jî aliyên siyasî ji bo wê pirsê civiyabûn.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di dema borî de tekezî li ser wê yekê dikirin ku ew ji bo hilbijartinan amade ne û di civîna 1ê vê mehê ya bi Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaert re Serok Barzanî ragihand: “Divê astengiyên li pêş hilbijartinan nemînin û hilbijartin di zûtirîn dem de bên kirin û ji bo vê mebestê jî PDK amadeye her sibe hilbijartinên bên kirin.”

K24
Vî nûçeyê tevayî: 481 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:53:53