Almanya: Bi kurdan re pêywendiyên me yên taybet hene

Heyeta Herêma Kurdistanê ku ji bo Konferansa Ewlehî ya Munihê çûbû Almanyayê bi Wezîra Parastin a wî welatî re hevdîtinek pêk anî. Wezîra alman dibêje têkiliyên me yên taybet kurdan re hene.
17.02.2018, Cts - 07:41
Almanya: Bi kurdan re pêywendiyên me yên taybet hene
Nuçe Belav bike

Wezîra Parastin a Almanyayê Ursula von der Leyen behsa civîna xwe ya ligel heyeta Kurdistanê ku ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Şêwirmendê Encûmena Asayîşê Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiyê Fuad Husên û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Felah Mistefa pêk dihat kir. Leyen dibêje pêwendiyên baş û baweriyeke baş di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de heye û dixwazin gelek ji nêz ve ligel Kurdistanê ji bo bihêzkirina Pêşmerge bixebitin.

Ursula von der Leyen di berdewamiya axaftina xwe de got: "Careke din civîneke me ya gelek baş pêk hat. Em dikarin hest bi wê yekê bikin ku di van salan de baweriyeke baş di navbera me de pêk tê û pêwendiyeke me ya baş heye. Di civînê de ew yek hate hîskirin. Bêguman em pir giringî didin wê yekê ku gelek ji nêz ve ligel Kurdistan û Pêşmerge bixebitin."

Leyen di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em li vir li ser wê yekê dixebitin ku mana me dê çawa be û em guh didin pêwîstiyên Kurdistan û Bexdayê. Em li ser sektora berevaniyê dixebitin bo şiyansazî û şêwirmendî. Em gelek giringî didin wê yekê ku ji bo Pêşmerge di damezrandina sîstema derman de bixebitin. Me di van demên nêz de bi vekirina nexweşxaneyekê dest pê kir û niha di qonaxa çêkirinê de ne."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1115 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:34:27