Almanya dema mayîna hêzên xwe yên li Herêma Kurdistanê dirêj kir

Hikûmeta Almanyayê dema mayîna hêzên xwe di çarçoveya hêzên Hevpeymanan û NATOyê de ji bo rûbirûbûna DAIŞê li Herêma Kurdistan û Iraqê heta dawiya meha Cotmeha sala 2023an dirêj kir.
08.10.2022, Cts - 07:21
Almanya dema mayîna hêzên xwe yên li Herêma Kurdistanê dirêj kir
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Almanyayê dema mayîna hêzên xwe di çarçoveya hêzên Hevpeymanan û NATOyê de ji bo rûbirûbûna DAIŞê li Herêma Kurdistan û Iraqê heta dawiya meha Cotmeha sala 2023an dirêj kir.

Parlemana Federalî ya Almanyayê biryar e di 21 vê mehê de deng li ser bide.

Li gor rapora Hikûmeta Almanyayê, sala 2020an ji koma 120 serbaz û şêwirmendên wî welatî li Iraqê, 90 ji wan li Hewlêrê hatibûn bicihkirin û niha jî şêwirmendên serbazî yên Almanyayê rahênanê bi hêzên Pêşmerge dikin.

Ji sala 2015an ve, Almanya 2 milyar û 730 milyon dolar ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê terxan kiriye, her wiha zêdetir ji 96 milyon dolaran ji bo alîkariya penaberên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li Iraq û Herêma Kurdistanê terxan kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 390 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:29:11