Almanya û Fransa derbarê Kurdistanê de daxûyanî da!
Şêwirmendê Konseya Ewlehî yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh pêşwaziya balyozê Frensî yê Bexdayê Bruno Aubert û balyozê Alman Cyrill Nunn kir.
31.10.2017, Sal - 03:31
Şêwirmendê Konseya Ewlehî yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Fransayê yê li Bexdayê Bruno Aubert û Balyozê Almanyayê yê li Bexdayê Cyrill Nunn kir.
Herdu balyozan di hevdîtina ligel Barzanî de bal kişandin ser têkiliyên Herêma Kurdistanê û gotin: \"Ji bo aramî û aştiya herêmê di çarçoveya Destûra Bingehîn a Iraqê diyalog were kirin û destnîşan kirin ku amade ne navbeynkariya Bexda û Hewlêrê bikin.\"
Her wiha Mesrûr Barzanî jî di hevdîtina balyozan de derheqê rewşa dawî ya navbera Bexda û Hewlêre û operasyonên leşkerî yên Haşdî Şabî û artêşa Iraqê de balyoz agahdar kirin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1696 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:11:01