Almanya piştevaniya xwe ji bo hêza Pêşmergeyan tekez dike

Fermandeya Giştî ya Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê piştevaniya welatê xwe ji bo hêzên Pêşmergeyan tekez dike, xasma ji bo amadekirina hêzeke serbazî ku bikare rêyê li her metirsiyeke niha û paşerojê bigire.
09.09.2024, Pts - 18:07
Almanya piştevaniya xwe ji bo hêza Pêşmergeyan tekez dike
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmerge parve kiriye, “Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl îro (Duşem, 09.09.2024) pêşwaziya Fermandeyê Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê Kolonel Lars Persikoveski, ku bi merema xatirxwastinê û bidawîhatina erkê xwe li Herêma Kurdistanê serdana Wezîrê Pêşmerge kir.”

Di wê hevdîtinê de, Wezîrê Pêşmerge bi giringî behsa rewşa ewlehiya deverê û Îraq û Herêma Kurdistanê kir, herwesa danûstandin li ser çend pirsên giring ên Wezareta Pêşmerge û asteng û berbestên di rêya piroseya çaksaziyê de jî kirin.

Wezîrê Pêşmerge spasiya gel û hikûmeta Almanyayê kir ku herdem bi rêya şêwirmend û diplomatkaran mil bi milê hêzên Hevpeymanan piştevanên hêzên Pêşergeyan in, herwesa ragehand, “Şêwirmend û diplomatkarên Alman li Herêma Kurdistanê roleke bilind û hevahengiyeke zêde bi me re hebû, xasma di piroseya çaksaziyê de di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de.”

Wezîrê Pêşmerge tekez li ser pêdivîtiya pilana paşerojê ji bo karê hevpar ê navbera Wezareta Pêşmerge û tîma serbazî ya Almanyayê li Herêma Kurdistanê kir.

Kolonel Lars piştî nasandina Kolonel Tomas Ritter wekî cîgirê xwe, piştevaniya welate xwe ji bo hêza Pêşmergeyên Kurdistanê tekez kir.

Navbirî herwesa hêvî kir ku li paşerojê giringiyeke zêdetir bi peywendiyên navbera welatê wî û hêzên Pêşmergeyan bê dan, ji bo ku bi alîkariya Almanyayê û Hevpeymanan karên cidî bên kirin, da ku mimkin be hêzeke serbazî ya bişiyan bê amadekirin ku li beranberî her metirsiyeke niha û paşerojê rêgir be.

 

Vî nûçeyê tevayî: 164 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:00