Amêdî: 7 top li nav gundekî ketin

Piştî şer û pevçûnên berdewam ên di navbera PKKyê û artêşa Tirkiyeyê de, 7 top li nav gundê Ravînayê ya nahiyeya Kanî Masê ya navçeya Amêdiya Dihokê ketin.
03.02.2024, Cts - 16:57
Amêdî: 7 top li nav gundekî ketin
Nuçe Belav bike

Welatiyekî ji gund agahî ji Rûdawê re piştrast kirin.

Welatiyekî ji gundê Ravînayê Ubêd Mûsa ji Rûdawê re ragihand ku piştî nîvroj top li nav gund ketine.

Li gund ti ziyanên canî çênebûne lê Ubêd Mûsa diyar kir ji ber ku top li nav gund ketine xelk tirsiyaye.

Ubêd Mûsa li ser cihê avêtina topan jî anî ziman:

“Em nizanin ku top ji kîjan alî hatin avêtin û ji ku derê hatin.”

Wê daxwaz kir ku şer li derdora gundê wan neyê kirin da ku ew nebin qurbanî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 596 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:40:23