Amêdî: Ji ber êrişên Tirkiyeyê agir bi zeviyên 2 gundan ket

Muxtarê gundê Sigêrê Nîzar Sergelî ragihand ku ji ber şerê PKKyê û Tirkiyeyê agir bi zeviyên 2 gundan ket.
19.06.2024, Çar - 13:12
Amêdî: Ji ber êrişên Tirkiyeyê agir bi zeviyên 2 gundan ket
Nuçe Belav bike

Muxtarê gundê Sigêrê Nîzar Sergelî ragihand ku ji ber şerê PKKyê û Tirkiyeyê agir bi zeviyên 2 gundan ket.

Agir li nava zeviyên gundên Kanê û Sigêrê yên girêdayî Amêdiyê derketiye.

Nîzar Sergelî ji ajansa Rûdawê re da zanîn ku agir doh nîvro derketiye û heta niha jî nehatiye vemirandin.

Li gorî gotina Nîzar Sergelî, bi sedan darên daristanê û rez û baxên gundiyan ji ber agir şewitîne.

Nîzar Sergelî amaje bi wê yek jî kir ku xelkên her du gundan, bi derfetên xwe hewl didin agir vemirînin lê heta niha nekarîne.

Muxtar Nîzar Sergelî herwiha da zanîn ku ji ber agir li herêmeke çiyayî ye Tîmên Parastina Sivîlan jî nikarin herin cihê agir û midaxale bikin.

Du sal in ji ber êrişên artêşa Tirkiyeyê yên bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê bi berdewamî agir bi zeviyên gundên Sigêrê dikeve û her tim alozî li herêmê heye.

Heta niha herî kêm 6 caran agir bi zeviyên xelkê Sigêrê ketiye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 380 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:21:24