Amerîka bo Nêçîrvan Barzanî: Em dê piştgiriya bo Herêma Kurdistanê bidomînin

Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên Rojhilatê Nêzîk Barbara A. Leaf di peywendiyeke telefonî de bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî.
04.07.2022, Pts - 05:31
Amerîka bo Nêçîrvan Barzanî: Em dê piştgiriya bo Herêma Kurdistanê bidomînin
Nuçe Belav bike

Barbara A. Leaf di vê peywendiya telefonî de got, Amerîka di çarçoveya "Iraqeke pêşketî, demokrat û yekgirtî" de piştevaniya Herêma Kurdistanê dike.

Nêçîrvan Barzanî û Barbara A. Leaf di vê peywendiya telefonî de pêşhatên herî dawîn ên rewşa siyasî ya Iraqê jî gotûbêj kirin.

Leaf di 31ê Gulana îsal de berpirsyariya xwe ya niha wergirt. Wê berê wek Alîkara Taybet a Serok Biden û Rêvebira Bilind ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê li Encûmena Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî (NSC) kar dikir.

Waşîngton, Iraq û Herêma Kurdistanê di van salan de têkiliyeke xurt didomînin. Amerîka ji sala 2014an ve hevalbendeke sereke ye di şerê li dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de, û çendîn gerên alîkariyên serbazî pêşkêşî hêzên Pêşmerge kirine.

Amerîkayê di meha Adarê de jî di nameyekê de ku Serokê Amerîkayê Joe Biden ji Serok Nêçîrvan Barzanî re şandibû, piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê dubare kiribû.

Amerîka di destpêka Sibata 2007an de ofîsa xwe ya dîplomatîk li Hewlêrê vekir, ku piştre di sala 2011an de asta wê bo Konsulxaneya Giştî bilind kir. Di sala 2017an de jî avakirina konsulxaneya nû li paytexta Kurdistanê ragihand ku bi gotina rayedarên Aemrîkî bi xwe, mezintirîn avahiya konsulxaneya Amerîkayê li cîhanê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 577 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:10:13