Amerîka: Em bi biryar in ku pêwendiyên xwe yên bihêz bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixin

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, “Em bi biryar in ku peywendiyên xwe yên bihêz bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixin.”
17.08.2024, Cts - 16:39
Amerîka: Em bi biryar in ku pêwendiyên xwe yên bihêz bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixin
Nuçe Belav bike

 

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser pêwendiyên Amerîkayê yên bi Herêma Kurdistanê re bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde da.

Nûçegihanê Rûdawê: Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Hewlêrê Steve Bitner ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin. Li Hewlêrê avahiya herî mezin a dîplomatîk a Amerîkayê ya li cîhanê ber bi qedandinê ve diçe. Ezmûna Bitner a li herêmê û vekirina vê avahiya nû dê bandoreke çawa li ser hewlên Amerîkayê yên ji bo rûbirûbûna terorê, kêmkirina aloziyan û çaksaziya Hêzên Pêşmerge bike?

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Amerîka li ser avakirina pêwendiyên xwe yê bihêz ên bi Herêma Kurdistanê re û pêşvebirina armancên me yên hevbeş ji bo ewlehî, geşbûna aborî û demokrasiyê bi biryar e.

Konsulê giştî yê nû yê Amerîkayê yê Hewlêrê piştevaniya hewlên çaksaziya hêzên Pêşmerge dike ji bo misogerkirina têkşikandina DAIŞê, baştirkirina aboriya Herêma Kurdistanê û piştgirîkirina hilbijartinên dadmend ên ku dê di 20 Çiriya Pêşîn de bên kirin.

Avahiya konsulxaneya me ya nû belgeya pabendbûna me ya bê şik a ji bo pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de ye.

Nûçegihanê Rûdawê: Derbarê êrîşên berdewam ên li ser bingehên leşkerî yên Amerîkî û konsulxaneya nû, gelo ev tê wê wateyê ku Amerîka difikire ku hêzên xwe li welat biguhezîne?

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Em bi Hikûmeta Iraqê re derbarê paşeroja hêzên hevpeyman de gotûbêjan dikin û di nav de serdana Serokwezîrê Îraqê ya ji bo Washingtonê ya di Nîsana 2024an de heye.

Em dê berdewam bin li ser diyaloga berhemdar, wekî ku di pêwendiya telefonî ya di navbera Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê û Serokwezîrê Îraqê di 11ê Tebaxê de hat tekez kirin. Nîqaş dewam dikin.

Em di wê baweriyê de ne ku em nêzîkî rêkeftinekê ne lê heta niha em  tiştekî ranagihînin Ev pêvajo li ser diyaloga stratejîk a berê ya dualî li ser pabendbûna dualî ya ji bo hevahengiya ewlehiyê û berjewendiyên hevbeş di pêşvebirina aramiya herêmî de ava dibe.

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 211 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:10:23