Amerîka: Em ji bo avakirina hêzeke niştîmanî ji Kurdistanê re alîkar dibin

Fermandeya Giştî ya Hêzên Hevpeymanan li Îraqê radigehîne, “Em ji bo avakirina hêzeke niştîmanî ya mukom ji Kurdistanê re alîkar dibin.” Herwesa dibêje, “Hêviya me ew e ku piroseya çaksaziyê bigehe encamekî giring û pêdivî li Wezareta Pêşmerge.”
21.08.2024, Çar - 16:57
Amerîka: Em ji bo avakirina hêzeke niştîmanî ji Kurdistanê re alîkar dibin
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmerge îro parve kir, “Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl pêşwaziya Fermandeyê Giştî yê Şêwirmendên Serbazî yê Hevpeymanan li Îraqê General Ham û şandeke pê re kir.”

Li dû wê ragehandina Wezareta Pêşmerge, di wê civînê de ku Wekîlê Wezaretê Ebdilxaliq Babîrî û efserên pile bilind ên wê wezaretê jî tê de amade bûbûn, Wezîrê Pêşmerge behsa pirs û piroseya çaksaiyê li Wezareta Pêşmerge kir û ragehand, “Çaksazî piroseyeke hetmî ye, pêxemetî vê yekê jî em li ser rêkxistin û yekkirina hêzên Pêşmergeyan û avakirina firqe û deverên di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de berdewam in, bi alîkarî û hevahengiya şêwirmend û diplomatkarên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û Îraqê.”

Herwesa Wezîrê Pêşmerge pesna bizavên şêwirmendên serbazî yên Hevpeymanan kir û rolê wan di berhingarbûna terorê û parastin û seqamgiriya Herêma Kurdistanê û piroseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge de bilind nirxand.”

Herwesa Fermandeyê Giştî yê Şêwirmendên Serbazî yê Hevpeymanan li Îraqê General Ham piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Wezareta Pêşmerge tekez kir û ragehand, “Em ji bo avakirina hêzeke niştîmanî ya mukom ji Kurdistanê re alîkar dibin, û hêviya me ew e ku piroseya çaksaziyê bigehe encamekî giring û pêdivî li Wezareta Pêşmerge.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 198 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:03:09