Amerîka û Holanda pêşwaziyê li diyarkirina dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dikin

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê û Konsulxaneya Giştî ya Holandayê ya li Hewlêrê her yek cuda ragihandin, ew piştevaniya diyarkirina dema encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dikin.
04.08.2023, Cum - 10:49
Amerîka û Holanda pêşwaziyê li diyarkirina dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dikin
Nuçe Belav bike

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski di twîtekê de ragihand: “Em pêşwaziyê li daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dikin ji bo encamdana hilbijartinan di 25ê Sibata sala 2024an de.”

Alina Romanowski her wiha dibêje: “Hilbijartineke azad û dadperwerane di dema guncaw de, ji bo demokrasiya tendirust, bingeh e.”

Konsulxaneya Giştî ya Holandayê ya li Hewlêrê biryara Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo diyarkirina dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wek biryareke girîng bi nav dike û ragihand, ew piştgiriya hilbijartineke azad û dadperwerane û giştgîr dikin, da ku welatiyên Herêma Kurdistanê bikarin mafê wan ê dengdanê hebe.

Duh Pêncşemê 3ê Tebaxa 2023an, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê roja 25ê Sibata 2024an wek roja encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir û hemû alî raspartin ji bo encamdana rêkarên pêwîst.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 646 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:12:58