Amerîka: Washington derbarê êrîşa ser Firokexaneya Silêmaniyê de lêkolînê dike

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel derbarê êrîşa ser Firokexaneya Silêmaniyê de ragihand, Washinton li ser vê bûyerê lêkolînê dike.
11.04.2023, Sal - 07:26
Amerîka: Washington derbarê êrîşa ser Firokexaneya Silêmaniyê de lêkolînê dike
Nuçe Belav bike

Vedant Patel di konferanseke rojnamevanî ya rojane de ragihand, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê li ser êrîşa li Firokexaneya Silêmaniyê lêkolînê dike.

Patel diyar kir, di dema êrîşê de karwanê serbazên Amerîkayê tê de bû, ti qurbaniyek di wê êrîşê de nehat tomarkirin.

Herwiha destnîşan kir: “Em li dijî hemû wan kiryaran in ku karmendên me yên li Iraqê dixin metirsiyê.”

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, ji bo piştevanîkirina hevpeymanên xwe û jinavbirina DAIŞê, hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyê dimînin.

Vedant Patel diyar dike, di dema her kiryarekê de ku li Iraqê têne encamdan, divê serweriya axa Iraqê li ber çavan were girtin.

Asayîşa Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê roja 7ê Nîsana 2023an ragihandibû ku li nêzî têla Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê teqînek pêk hat û di encamê de ti ziyanên canî çênebûn.

Medyaya Iraqî jî ragihand, bûyera li Firokxaneya Silêmaniyê di encama êrişa dronên Tirkiyê de bû û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî jî ji hewleke kuştinê rizgar bû.

Destpêkê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) red kiribû ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di dema êrîşê de li Silêmaniyê bû, lê piştre vegeriya û di daxuyaniyekê de li wê yekê mikur hat û ragihand, Mezlûm Ebdî di dema êrîşê de li Silêmaniyê bû û bi selametî gihîştiye navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê.

Her wiha Mezlûm Ebdî di peyamekê de ku li twîtterê belav kiribû got: “Em bi tundî armanckirina Firokexaneya Silêmaniyê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar dikin. Ev binpêkirin li Iraq û Sûriyê berdewam in û rehendên wê yên metirsîdar li ser herêmê hene.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 331 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:26:43