Amerîkayê daxuyaniyek li ser êrîşa bi dronê ya Tirkiyê li Şingalê da

Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek li ser kuştina zarokekî 12 salî di êrîşa Tirkiyê ya bo ser nahyeya Sinûnê ya navçeya Şingalê de belav kir û anî ziman, "Em bi nûçeya mirina sivîlên Êzidî yên li Şengalê ku di nav de zarokê 12 salî Selah Nasir Xidir jî heye, gelekî xemgîn in."
17.06.2022, Cum - 06:17
Amerîkayê daxuyaniyek li ser êrîşa bi dronê ya Tirkiyê li Şingalê da
Nuçe Belav bike

Roja Çarşemê droneke Tirkiyê navenda nahyeya Sinûnê ya ser bi navçeya Şingalê bombebaran kiribû. Di êrîşê de avahiya Encûmena Gel a Sinûnê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Şingalê ku ser bi PKKê ve ye, hatibû armanckirin.

Di êrîşa Tirkiyê de zarokekî 12 salî yê bi navê Selah Nasir Xidir û bapîrê wî jiyana xwe ji dest dan û çend kesên din birîndar bûn.

Têkildarî êrîşa dronê ya li Sinûnê Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Twitterê yê daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyê de got, “Em bi nûçeya mirina sivîlên Êzidî yên li Şengalê ku di nav de zarokê 12 salî Selah Nasir Xidir jî heye, gelekî xemgîn in. Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin. Êzidî rûbirûyê tundûtîjiyeke zêde bûne û ew jî wek mirovên din hêjayî jiyaneke aram û bi aştî ne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 666 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:26:52