Amerîkayê li ser êrîşa qada gazê ya Xor Morê daxuyaniyek da

Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa li ser qada gazê ya Xor Morê şermezar kir û diyar kir ku divê lêkolîn bê kirin û berpirs werin darizandin.
27.06.2022, Pts - 06:31
Amerîkayê li ser êrîşa qada gazê ya Xor Morê daxuyaniyek da
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price roja Yekşemê 26ê Hezîrana 2022an di daxuyaniyekê de ragihand “Amerîka dê her bi hevbeşên xwe re be û êrîşên mûşekî û hawanî yên li ser Herêma Kurdistan şermezar dike, tevî sê êrîşên li ser qada neftê û gazê ya li Silêmanî di çar rojên borî de, ligel hevkarên xwe radiweste.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price li ser armanca êrîşên qada gazê got, “Armanca van êrîşan nehîştina aramiya aborî ye û her wiha çêkirina astengan li ber serweriya Iraqê, parçebûn û tirsandinê ye.”

Xor Mor gundekî ser bi nahyeya Qadir Kerem a ser bi navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê ve ye ku Dana Gas û Nefta Neteweyî ya Îmaratê li wir veberhênana gazê dikin û yek ji wan deveran e ku di warê samanên xwezayî bi taybet neft û gazê de dewlemend e.

Di heyama 4 rojên borî de 3 caran êrîş li dijî qada gazê ya Xor Morê ya ser bi nahyeya Qadir Kerem hat kirin.

Şeva borî hêzeke mezin a Pêşmerge bi çekên “sivik û navîn” bo navçeya Qadir Kerem hatin şandin û paşê Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî serdana qada gazê ya Xor Morê kir û destnîşan kir, “Em ê ji bo parastina canê karkerên qada gazê bixebitin.” Her wiha Berdevkê Qubad Talebanî diyar kir ku pêwîstiya gazê ya welatiyan dê were parastin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê her wiha got, “Divê lêkolîn bê kirin û berpirs werin darizandin.”

Roja Şemiyê cara sêyem bi mûşekan êrîş li qada gazê ya Xor Morê hat kirin. Çarşema borî 22ê Hezîrana 2022an, yekem êrîşa mûşekî li ser qada gazê ya Xor Morê pêk hat.

Wezareta Derve ya Amerîkayê her wiha anî ziman, “Em dê berdewam bin di piştevaniya gelê Iraqê û hevkarên me yên li Herêma Kurdistanê. Em dê berdewam bin li ser hemû derfetan bo piştevanîkirina aramî û bexteweriya Iraqê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 571 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:15:14