Amerîkayê piştî êrîşên Tirkiyê derbarê rewşa Kobanî de daxuyanî weşand

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê di twîtekê de êrîşên li ser herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û ragihand ku ew ji alozî û êrîşên li ser Kobaniyê dilgiran in.
25.04.2022, Pts - 13:33
Amerîkayê piştî êrîşên Tirkiyê derbarê rewşa Kobanî de daxuyanî weşand
Nuçe Belav bike

Piştî zêdebûna êrîşên Tirkiyê bo ser bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve, Amerîkayê bertek nîşan da û daxwaza asayîkirina rewşa Kobanî kir.

Di twîta Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê de hatiye gotin, “Em gelek ji wan raportan dilgiran in ku behsa topbarankirina Kobanî dikin û em ji canjidestdana her hemwelatiyekî sivîl jî xemgîn in.”

Di beşeke din a peyama xwe de Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê dibêje, “Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê daxwaz ji hemû aliyan dike rewşê aram bikin.”

Twîta Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê di demekê de ye, ku êvara doh Yekşembê Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve hejmarek gundên sînorê Kobanî û Girê Spî topbaran kirin.

Medyayên nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê belav kirine ku gundên Ehmediye, Donyak û çend gundên din ên ser bi Girê Spî û Kobaniyê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve hatine topbarankirin û di encamê de welatiyek ji gundê Xanê canê xwe ji dest daye û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 857 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:36:30