Amerîka: Wê konsolxana me ya Hewlêr vekirî bimîne!

Berdevkê Wezareta Karênderve ya Amerîkî Heather Nauert daxûyand ku wê konsolxana wan a Hewlêrê vekirî bimîne.
29.09.2017, Cum - 07:31
Amerîka: Wê konsolxana me ya Hewlêr vekirî bimîne!
Nuçe Belav bike

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di daxuyaniyekê de ragihand: “Konsulxaneya me ya li Hewlêrê dê bi vekirî bimîne.”

Heather Nauert herwiha got: “Amerîka amade ye navbeynkariyê bo diristkirina gotûbêjê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike, eger ku daxwaz jê were kirin.”

Piştî birêveçûna referanduma serxwebûnê, pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê aloztir bûne û hikûmeta Iraqê ji bilî daxuyaniyên tund, çendîn biryar jî li dijî Herêma Kurdistanê derxistine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1340 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:29:13