Amerîka ji bo girtina qada hewayî ya Kurdistanê daxuyaniyek da

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert derbarê girtina qada hewayî ya Kurdistanê de daxuyaniyek da û tê de got, "ev ne gaveke avaker e".
27.09.2017, Çar - 14:19
Amerîka ji bo girtina qada hewayî ya Kurdistanê daxuyaniyek da
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku ajansa Spûtnîk'ê de cih digire, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Nauert di civîneke çapemeniyê de di derbarê baryara Hikûmeta Iraqê ya liser qedexeya qada hewayiya Herêma Kurdistanê de bersiva pirsyareke li ser biryarên Hikûmeta Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê da û got, "Haya me ji wan heye. Yek ji tiştên ku em dikin ew e ku em ji hemû aliyan dixwazin, hevkariyeke avaker bikin û ev(biryar) eger rast bin, ne nimûneyeke hevkariyeke avaker e. Em dixwazin herdû alî li gel hev diyalogê bikin dakku van bipşêdexistin di van dosyeyan de were bidestixin. Lê divê biryar bi awayekî avaker werin dayîn."

Li ser encamên referandûmê jî, rayedara amerîkî nîgerandiya xwe careke din nîşan da û got," hîn encamên referandûmê nehatine ragihandin lê diyar e ku rêjeya beşdariyê jî bilind e ku sedema wê û coşa mezin a beşdarbûnê fêm dikin lê me berê jî ji serok Barzanî re nîgerandiya xwe li ser referandûmê re diyar kiribû."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1613 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:44:07