Amerîka liser Sinorê Kurdistan baregehek Leşkerî a nû vedike

Tê gotin ku artêşa Amerîkayê li sînorê Herêma Kurdistanê baregeheke leşkerî nû ava dike.
10.08.2017, Per - 09:48
Amerîka liser  Sinorê Kurdistan baregehek Leşkerî a nû vedike
Nuçe Belav bike

Nûçeya AAyê ku vî nûçeyê dispêre berpirsekî Artêşa Iraqê bi navê Mûqedem Mehdî Xefacî ragehand ku, li gorî peymana leşkerî ya navbera Washîngton û Bexdayê, Amerîka li navçeya Zûmara ku dikeve rojavayê bajarê Mûsilê navendeke leşkerî ava dike.

Mehdî Xefacî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Biryare ew navenda leşkerî serperiştiya operasyona rizgarkirina bajarê Telaferê bike. Hêzên taybet ên Amerîkayê û pisporên wê bi wesayîtan giheştine cihê navendê û li wir niştecîbûne. Tîmên teknîkî û endezyar zêdeyî 50 kesî karê bingehê bi dawî kirine."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1447 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:03:37