Amerîkayê li ser êrişa li Qada Gazê ya Kormorê daxuyanî da

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku Amerîka êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar dike.
27.01.2024, Cts - 07:17
Amerîkayê li ser êrişa li Qada Gazê ya Kormorê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Şeva pêncşemê bi mûşekan êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li qezaya Çemçemalê ya Silêmaniyê hat kirin.

Êriş bûbû sedema şewîtina depoyeke gaza xwezayî û ti ziyanên canî çênebûbûn.

Piştî bûyerê timên agirvemirandinê û ambulans çûbûn cihê bûyerê û hêzên ewlehiyê jî dest bi lêkolînê kiribû.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di daxuyaniyekê de got:

“Amerîka êrişa doh a grûpên milîs ên ser bi Îranê ve ku ziyan gihandiye binesaziya sivîlan û bû sedema pirsgirêkên elektrîkê li seranserî Herêma Kurdistanê şermezar dike.”

Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê piştî êrişê ragihand:

“Ji bo ewlehiya karkeran û qadê hinardekirina gazê ji bo hemû santralên elektrîkê hat rawestandin û ji ber êrişê zêdetirî 2800 megawatt elektrîk kêm bû.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller herwiha anî ziman:

“Em li dijî wan kiryarên hovane û bêwate careke din piştevaniya hevkarên xwe yên li Îraqê û Herêma Kurdistanê dikin.

Herwiha em bangî rayedarên Îraqê dikin ku lêkolînan bikin û berpirsyaran derxin pêşberî dadgehê.

Amerîka ji bo piştgirîkirina serwerî û ewlehiya Îraqê dê berdewam be di hevkariya hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê de.”

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê bajarojê Qadir Keremê yê qezaya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, pêşverbirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 461 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:51:10