Apikur: Di civîna îro de çi piştrastî bi me nehat dan

Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) radigehîne ku, kompaniyên endamên wê komelgehê li ser îmzakirina lihevkirineke nivîskî ku rêzê li peymanên wan bigire cidî ne.
21.04.2025, Pts - 10:43
Apikur: Di civîna îro de çi piştrastî bi me nehat dan
Nuçe Belav bike

Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) doh (Yekşem, 20.04.2025) ragehandinek li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê parve kir.

Di wê ragehandinê de hatiye, “Piştî civîna sêalî ya îro di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Federalî û kompaniyên endamên Apikurê de, wan kompaniyan danûstandin li ser şertên destpêkirina hinardekirina petrolê kirin û li ser îmzakirina lihevkirineke nivîskî ku rêzê li peymanên wan bigire cidî ne.”

Wê ragehandinê amaje jî daye, “Kompaniyên endamên Apikurê tekezê li ser bicihanîna edilandin qanûna budceya federalî dikin, wekî mewda û awayê karê kompaniya şêwirmend a serbixwe û binpênekirina peymanên berkar ên kompaniyên petrolê yên navdewletî. Herwesa li gel hebûna lihevkirineke nivîskî, piştrastiyê ji dana pereyê kompaniyan bide.”

Apikurê eşkere jî kiriye, “Pareke kompaniyên endamên Apikurê reşnivîsa firotinê û lihevkirina deranîna petrolê pêşkêş kiriye û pêşniyarên hûr jî ji bo mewdaya karê şêwirmendiya serbixwe dane Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî.”

Apikurê tekez jî kiriye, “Di civîna îro de çi piştrastî li ser arêşeyan bi me nehat dan.” Herwesa gotiye, “Piştî îmzakirina lihevkirina nivîskî jî, Apikur amade ye dîsa dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bike.”

Her îro her du şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li Hewlêrê bi kompaniyên berhemanîna petrolê re civiyan.

Li dû ragehandina Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah, di wê civînê de behsa kar û çalakiyên kompaniyên weberhênana petrolê hat kirin, û her du aliyan danûstandin li ser pirsa destpêkirina petrola Herêma Kurdistanê bi kompaniyên petrolê re kirin. Li beranberî wê yekê jî, guhdariya dîtin û nerînên kompaniyên berhemanîna petrolê di vî warî de kir.

 

Vî nûçeyê tevayî: 192 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:32:55