Armanca teqîna li Firokexaneya Silêmaniyê Mazlûm Ebdî bûye

Medyayên Iraqî radigihînin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê ji hewleke kuştinê rizgar bûye.
08.04.2023, Cts - 07:30
Armanca teqîna li Firokexaneya Silêmaniyê Mazlûm Ebdî bûye
Nuçe Belav bike

Asayîşa Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê îro ragihandibû, îro danê êvarê demjimêr 16:18’an de li nêzî têla Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê teqînek pêk hat û di encamê de ti ziyanên canî çênebûn, lê agir pêket û û ji aliyê Berevaniya Sivîl ve hat kontrolkirin.

Ji aliyê xwe ve medyaya Iraqî ragihand, bûyera li Firokxaneya Silêmaniyê di encama êrişa dronên Tirkiyê de bû û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî jî ji hewleke kuştinê rizgar bû.

Di heman demê de, ajansa “Russia Today” ji çend çavkaniyan ragihand, Mazlum Ebdî êvara Înê li Silêmaniyê di firokeke leşkerî de bû û ji aliyê du dronên Tirkiyê ve dihat şopandin û du li nêzîkî Firokexaneya Silêmaniyê bi du mûşekan hat armanckirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:39:37