Artêşa Iraqê dirûnê li cotkarên gundekî Kerkûkê qedexe dike

Li gundê Tobzawa yê li başûrê Kerkûkê, artêşa Iraqê rê li ber cotkarên Kurd digire ku genimê xwe biçinin û dest danîn ser patozekê û ajokarê wê jî girtin.
29.05.2023, Pts - 13:38
Artêşa Iraqê dirûnê li cotkarên gundekî Kerkûkê qedexe dike
Nuçe Belav bike

Firqeya 11 a Artêşa Iraqê îro danê sibê êrişî gundê Tobzawa yê Kerkûkê kirin û ji cotkaran re gotin ku rê nadin ewg genimê bidirûn.

Yek ji cotkarên gundê Tobzawa yê Kerkûkê Seta Kerkûkî ji BasNewsê re got: “Îro danê sibê Firqeya 11 a artêşa Iraqê hat û ji me re gotin, ji ber ku zeviyên we ne aîdê we ne, hûn nikarin berhemên xwe berhev bikin. Seta Kerkûkî dibêje tapoyên zeviyan ê wan û ji kadastroya demkî ya Osmanî heta aniha ew milk yên wan in.

Li aliye din cotkarekî ji gundê Tobzawa ji K24ê re ragihand: “Di dema dirûna genim de, hêzeke artêşa Iraqê hat û ji me re got, em nikarin berhemên xwe biçinin. Bi zorê jî karê me da sekinandin, dest danîn ser patozê û ajokar jî girtin.”

Wî cotkarî bang li serkirdayetiya kurd û nûnerên kurd ên li Encûmena Nûneran kir ku bikevin ser xetê û pirsgirêka wan çareser bikin, da ku keda sala wan vala neçe.

Artêşa Îraqê li ser giliyên Erebên hawerde yên ku girêbestên wan ên ji serdema Beiş de hene, li dijî welatî û cotkarên kurd li wê devera radiweste û rê nade wan ku karên xwe bikin.

Rêjîma Beis a Iraqê di dema xwe de, zeviyên cotkarên kurd li gundê Tobzawa û gundên ên Kerkûkê ji wan standin û dan ereban. Piştî rûxandina rêjîma Beis jî, cotkarên kurd vegeriyan ser zeviyên xwe û çandin, lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, careke din erebên hawerde hewl didin dest deynin ser zeviyên kurdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:04:34