Asayişa Xurmatû: Rewşa bajêr gelekî aloz e

Asayişa bajarokê Xurmatû yê Başûrê Kurdistanê ragihand, niha rewş baş nîne bo vegera koçberan û erebên sunnî jî jiber ewlekariya jiyana wan nine xwe radestî milîsên Heşda Şeibî kirine.
24.10.2017, Sal - 07:56
Asayişa Xurmatû: Rewşa bajêr gelekî aloz e
Nuçe Belav bike

Berpirsê asayişa Xurmatû, Kawe Mela Perwêz li ser rewşa Xurmatû, ku çend roj berê ji aliyê çeteyên Heşda Şeibî ve hatibû dagîrkirin, destnîşan kir ku rewşa Xurmatû gelekî xirab û aloz e. Bi şeva malên kurdan talan dikin, dişewitînin. Li nav bajêr tenê çekdarên Heşda Şeibî hene ti serbazekî Iraqî nayê dîtin. Erebên sunnî yên bajêr jî teslîm bûne û alaya Heşda Şeibî bilind kirine.

Kawe Mela Perwêz, her wiha got, niha rewş baş nîne bo vegera koçberan lê her gava rêveberiya Kurdistanê biryar bide emê jî vegerin.

Ji ber hovîtiyên Heşda Şeibî, bi hezaran malbatên kurd ji bajarokê Xurmatû reviyane û koçberî deverên din yên Kurdistanê bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1465 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:35:48