Australya piştevaniya Herêma Kurdistanê ya pêşkeftî û yekgirtî dike

Balyozê Australyayê yê li Iraqê Christopher Langman ragihand, welatê wî piştevaniya Herêma Kurdistanê ya pêşkeftî û yekgirtî dike.
24.01.2018, Çar - 15:09
Australya piştevaniya Herêma Kurdistanê ya pêşkeftî û yekgirtî dike
Nuçe Belav bike

êwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Australyayê yê li Iraqê Christopher Langman di çarçova hevdîtinekê de tekezî li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê Australyayê kirin û Balyozê Australyayê piştevaniya welatê xwe ji Herêma Kurdistanê ya pêşkeftî re dupat kir.

Derbarê danûstandinên Hewlêr û Bexdayê de, Balyozê Australyayê xweşhaliya xwe ji pêşketina danûstandinan re kir û piştevaniya welatê xwe ji mafên destûrî yên herêmê re dupat kir. Herwiha hêvî xwast ku hilbijartinên Iraq û herêmê bi serkeftî bi rê ve biçin û bibin destpêkek ji qonaxeke nû re ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan.

Her di wê çarçovê de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaje bi wê da, pêwîst e her zûtir hewl bê dayîn rewşa Iraqê bi awayekî asayî bibe û tevahiya pêkhateyan hest bi dilniyayê bikin û heyameke asayî de beşdarî bilbijartinan bibin. Mesûr Barzanî tekez kir jî, ku daxwaza Herêma Kurdistanê ew e, cibicîkirina tevahiya destûrê ye û bi taybet madeya 140.

Derbarê şerê li dijî teror jê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got, hîna gefa teroristan li navçê maye û Herêma Kurdistanê jî di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî de ji bo behiştina van gefan berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1229 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:03:23