Ava bendava Duhokê pir kêm bûye

Ava bendava Duhokê pir kêm bûye û rêveberê bendavê dibêje, di nav 10 salên borî kêmtirîn asta avê heye.
07.07.2022, Per - 13:19
Ava bendava Duhokê pir kêm bûye
Nuçe Belav bike

Rêveberê bendava Duhokê, Ferhad Mihemed Tahir ij BasNewsê re got, hişkesaliyê bandorek xirab li ser bendava Duhokê daniye. Çavkaniya serekî ya ava bendavê, baran û şilî ye. Ji ber ku îsal baran pir kêm barî ava bendavê jî pir kêm bûye.

Ferhad Mihemed Tahir her wiha got, îsal tenê 2 milyon û 500 hezar metir kûp av ketiye nav bendavê. Mixabin asta niha ya ava bendavê kêmtirîn ast e li gorî 10 salên borî. Asta avê niha 15 metir û 37 santîm e û bi giştî 20 milyon metir kûp av tê de maye.

Bi gotina rêveberê bendava Duhokê, beşek ji ava bendavê bo vexwarinê hatiye bikaranîn û %10 wê jî bo çandiniyê bûye. Ji ber kêmbûna avê ew êdî nikarin avê berdin.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 590 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:05:16