Bajarê Mîtaniyan ê wenda yê 3400 salî hat keşifkirin

Tîmên havbeş yên Rêveberiya Şûnnwaran û Rêxistina Şûnwarên Kurdistanê li qeza Sêmêlê bi Zanîngehên Tubingen û Freiburg ên Almanî re şûnwarên bajêrê Zaxîko ya dewleta Mîtanî dîtin.
31.05.2022, Sal - 06:05
Bajarê Mîtaniyan ê wenda yê 3400 salî hat keşifkirin
Nuçe Belav bike

Li navçeya Sêmêlê ya ser bi parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê paşmayên bajarekî kevnar yê serdema şaristaniya Mîtaniyan hate dîtin, ku dîroka wê vedigere 3400 salan berya niha.

Tîmên havbeş yên Rêveberiya Şûnnwaran û Rêxistina Şûnwarên Kurdistanê li qeza Sêmêlê bi Zanîngehên Tubingen û Freiburg ên Almanî re şûnwarên bajêrê Zaxîko ya dewleta Mîtanî dîtin.

Li gor lêkolînên şûnwarnasan bajêrê Zaxîko di navbera salê 1550 - 1350 berî zaynî bihêztirîn navenda dewleta Mîtanî bûye.

Tîmekê Kurd – Alman bi hev re lêkolînên şûnwarî krîne. Di lêkolînan de tevî bi 200 tabloyên nivîsîna bizmarî, şûnwarên dîwar û avahiyan ku ji libinan (blok) hatîne çêkirin, hatine dîtin.

Berpirsê Rêxistina Şûnwaran a Kurdistanê Dr. Hesen Ehmed Qasim got “Piştî vekolîn hatine kirin, plana vî bajarî hemû hate diyarkirin ku ji çi pêk tên. Şîrhe û balaxanên nav bajêr, zêdabarî wê balaxanê telara Mîtaniyan di sala 2018 de hatiye dîtin. Zêdetirî 20 tabloyên bizmarî ku hemû li ser jîn û jiyara xelkê vê deverê ye.”

Tîmên Rêveberya Şûnwar û Keleporî ya Duhokê û Rêxistina Şûnwaran a Kurdistanê, bi Zanîngehên Tubingen û Freiburg ên Alman re li vî cihî 40 roj lêkolîn kirine, paşê ji bo parastinê ew şûnwar bi naylon û axê bixaftine.

Şûnwarnas Nazim Zêberî dibêje “Ev tiştê me dîtiye bi heske peykeran re para bêtir dîwar bûn û hinek nivîsên bizmarî jî me li ser vi cihî dît. Eger hat ku asta vê avê alîkar be an jî ku em bibêjin nizm bibe, em dê bikaribin di pêşerojê bi berdewamî şixwul li serê bikin û bêtir zanyariyan li ser vî cihî wergirin.”

Di sala 2018an de li vî cihî yekem avahî hatibû vedîtin. Bi daketina astê ava bendava Mûsilê wisa kir ku avahiyên zêdetir diyar bibin. Şûnwarnas dibêjin pêdiviya vî cihî bêtir lêkolîn û vekolînê heye, lê ev yek jî girêdayî nizmbûna astê avê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 644 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:52:56