Balyozê Brîtanyayê: Helebce tîne bîra me ku serdema Sedam ne xweştir bû

Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen ji Rûdawê re got, “Helebce tîne bîra me ku serdema Sedam ne xweştir bû.”
16.03.2024, Cts - 06:31
Balyozê Brîtanyayê: Helebce tîne bîra me ku serdema Sedam ne xweştir bû
Nuçe Belav bike

Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen ji ajansa Rûdawê re axivî.

Stephen Hitchen got, “Carinan li Îraq û heta Kurdistanê dengan dibihîzim ku dibêjin rewşa di serdema Sedam Husên de ji ya niha baştir bû.

Lê ez difikirim ku salvegera Komkujiya Helebçeyê demeke baş e ku em bi bîr bînin ku wê demê rewş ne baştir bû.”

5 hezar kesên ku canê xwe ji dest da ne tenê hejmar in, lê kes in.

Her yek ji wan malbatek hebû, çîrokek hebû, her yek ji wan hêviya paşerojeke ku ji aliyê rejîma Beesê ve ji destê wî hatibû standin hebû.

Girîng e ku em wekî civaka navneteweyî tiştên qewimîne bi bîr bînin, dersan derxin û kesên winda bi bîr bînin.”

Di 16ê Adara 1988an de Helebce ji aliyê desthilata wê demê ya Îraqê ve hat kîmyabarankirin

Di encamê de nêzî 5 hezar kes şehîd ketîn û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 447 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:01:07