Balyoza Amerîka: Pêwîst e hikûmeta nû ya Iraqê rengvedana îradeya Herêma Kurdistanê be

Balyoza Amerîka li Iraqê: Avakirina konsulxaneya nû ya li Hewlêrê , nîşana wê yekê dide ku Amerîka çendîn pabend e bi Herêma Kurdistanê
18.06.2022, Cts - 06:11
Balyoza Amerîka: Pêwîst e hikûmeta nû ya Iraqê rengvedana îradeya Herêma Kurdistanê be
Nuçe Belav bike

Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê ragihand, Balyoz Romanowski di hevdîtinên ligel berpirsên Herêma Kurdistanê de tekezî li pêwendiyên bihêz ê di navbera gelê Amerîka û Herêma Kurdistanê kir.

Romanowski gotiye jî: “Pêwîst e hikûmeta nû ya Iraqê rengvedana îradeya gelê Iraqê û di nava gelê Herêma Kurdistanê be û ji bo dabînkirina xizmetguzariyan û pêşvebirina rêvebirinê amade be.”

Konsulxaneya Amerîda destnîşan kir ku Balyoz Romanowski di serdana xwe de serdana konsulxaneya nû ya Amerîka li Hewêrê kir ku bi dawî hatiye û diyar kir jî, ev konsulxane, konsulxaneya her mezin a Amerîka li cîhanê ye.

Di vê derbarê de Balyoza Amerîka Alina Romanowski gotiye: “Avakirina vê konsulxaneya nû, nîşana wê yekê dide ku Amerîka çendîn pabend e bi Herêma Kurdistana Iraqê.”

Her wiha Balyoz Romanowski serdana keleha Hewlêrê ya dîrokî û projeya nûjenkirina hemam û avakirina navendeke zarokan kir ku Balyozxanya Amerîkî li Bexdayê piştevaniya wê ya darayî dike.

Balyoza Amerîka ya nû li Iraqê Alina Romanowski roja 15 û 16ê Hezîranê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîran Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyabû û di hevdîtinê de ligel serkirdeyên Herêma Kurdistanê de tekezî li ser pêwendiyên bihêz ên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 883 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:05:07