Balyoza Amerîkayê: Em êrîşa li Zaxoyê şermezar dikin

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê li ser bûyera duh ya li devera geştyariyê ya li Zaxoyê axivî û tekezî li serwerî û seqamgîriya axa Iraqê kir.
22.07.2022, Cum - 06:43
Balyoza Amerîkayê: Em êrîşa li Zaxoyê şermezar dikin
Nuçe Belav bike

Ofîsa Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî bi daxuyaniyekê ragihand, Qasim Erecî û Balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê Alina Romanowski civiyane.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Alina Romanowski sersaxî li şehîdên êrîşa ser devera geştyariyê ya Zaxoyê kir û got: “Washington vê êrîşê şermezar dike.”

Balyoza Amerîkayê tekezî li ser wê yekê kiriye ku "kuştina xelkê sivîl nayê qebûlkirin, Washington piştgiriya serweriya Iraqê dike".

Herwiha hat diyarkirin, di hevdîtinê de Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê û Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê, tekezî li mijarên herêmî û navdewletî kirine û bihêzkirina pêwendiyên navbera Bexda û Washingtonê car din anîne ziman.

Duh ji ber topbarankirina devereke geştyariyê ya li îdareya serbixwe ya Zaxoyê, 9 kes şehîd bûn û 29 kes jî birîndar bûn. Li ser topbaranê çendîn daxuyaniyên nerazîbûnê hatin derxistin û roja yekşemê jî Parlamentoya Iraqê li ser vê mijarê dê civînekê li dar bixe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 583 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:09:01