Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski di beyannameyekê de, bi helkefta biserkeftina hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê, pîrozbahî li xelkê Kurdistanê û partiyên siyasî kir.
Alina Romanowski herwesa got, “Karmendên Şandiya Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê li Îraqê çavdêriya dengdanê li bingehên dengdanê li seranserî Herêma Kurdistanê kir.”
Balyoza Amerîkayê li Îraqê herwesa destxweşî jî li xelkê Herêma Kurdistanê kir, ji bo pabendbûna wan bi piroseya demokrasî.
Alina Romanowski amaje jî da ku, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan amaje bi hebûna qebxwaziyê li beranberî xwandina şûntiliyan di dema birêveçûna hilbijartinan de kir û got, “Em piştevaniya Komisyonê dikin ku wê arêşeyê çare bike, berî hilbijartinên Perlemana Îraqê li sala 2025ê.”
Balyoza navbirî herwesa got, “Hikûmetê bê gîrobûn pêk bînin. Pêkanîna hikûmeta nû rêyê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê xweş dike ku, dezgehên xwe yên demokrasî bihêz bike, mafên mirovan pêş ve bibe, berdewamiyê bi pêşxistina aborî bide û xweragiriya Herêma Kurdistanê mukom bike.”