Balyoza Amerîkayê sersaxiyê li malbata qurbaniyên teqîna Silêmaniyê dike

Ji ber teqîna sîstema gazê ya malekê li Silêmaniyê, Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski peyama sersaxiyê arasteyî malbata qurbaniyan dike.
18.11.2022, Cum - 12:01
Balyoza Amerîkayê sersaxiyê li malbata qurbaniyên teqîna Silêmaniyê dike
Nuçe Belav bike

Ji ber teqîna sîstema gazê ya malekê li Silêmaniyê, Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski peyama sersaxiyê arasteyî malbata qurbaniyan dike û herwiha pesnê tîmên Berevaniya Şaristaniyê da.

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ji ber teqîna tanka gazê li Silêmaniyê, em sersaxiyê li malbata qurbaniyan dikin û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazin û destxweşiyê li tîmên Berevaniya Şaristaniyê dikin.”

Piştî teqîna sîstema gazê li maleke taxa Kazîwe ya Silêmaniyê, 14 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 358 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:07:00