Balyozê Pakistanê destxweşiyê li Hikûmet û Serkirdetiya Herêma Kurdistanê dike

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Pakistanê dike. Balyozê Pakistanê jî destxweşiyê li Hikûmet û Serkirdetiya Herêma Kurdistanê dike.
27.08.2024, Sal - 18:18
Balyozê Pakistanê destxweşiyê li Hikûmet û Serkirdetiya Herêma Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Pakistanê li Îraqê Mihemed Zîşan Ehmed kir.

Li dû ragehandina Baregayê Barzanî, “Di wê hevdîtinê de, Balyozê Paksitanê dilxweşiya xwe ji bo avedanî û aramî û wê pêşkeftina ku li Herêma Kurdistanê peyda bûye diyar kir û destxweşî li Hikûmet û Serkirdetiya Herêma Kurdistanê kir.”

Balyozê Paksitanê herwesa ji Serok Barzanî re ragehand ku, welatê wî dixwaze peywendiyeke nêzîk di warên cuda cuda yên bazirganî û keltûrî de bi Herêma Kurdistanê re hebe.

Rewşa siyasî ya Îraqê û deverê û peywendiyên dualî yên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û herwesa gefên terorê li ser astê cîhanê û deverê jî hin mijarên tewereke din ên wê hevdîtinê bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 160 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:57:48