Balyozê Tirkiyeyê ji Serok Barzanî re got: Kujerên Hekîm Luqman dê bên cezakirin

Serok Mesûd Barzanî îro li Hewlêrê Balyozê Tirkiyeyê yê nû yê Bexdayê Anil Bora Înan û şanda pê re pêşwazî kir.
03.09.2024, Sal - 17:17
Balyozê Tirkiyeyê ji Serok Barzanî re got: Kujerên Hekîm Luqman dê bên cezakirin
Nuçe Belav bike

 Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Anil Bora Înan ragihand ku kujerên Hekîm Luqmanê Dihokê yê li Stenbolê hatiye kuştin, dê cezayên pêwîst wergirin.

Serok Mesûd Barzanî îro li Hewlêrê Balyozê Tirkiyeyê yê nû yê Bexdayê Anil Bora Înan û şanda pê re pêşwazî kir.

Li gorî Ofîsa Serok Barzanî, Balyozê Tirkiyeyê yê nû yê Bexdayê kêfxweşiya xwe nîşan da ku wekî balyoz li Îraqê dest bi kar kiriye.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Îraq û herêmê de hatin gotûbêjkirin.

Anil Bora Înan daxwaza welatê xwe ya ji bo berfirekirina pêwendiyên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî, bazirganî û hevahengiya di navbera her du aliyan de tekez kir.

Li gorî daxuyaniyê Anil Bora Înan behsa kuştina karsazê ji Dihokî Hekîm Luqman kir û wî serxweşî û hevxemiya xwe gihand Serok Barzanî û xizmên Hekîm Luqman.

Anil Bora Înan got ku aliyên pêwendîdar ên Tirkiyeyê li ser bûyerê lêkolîn kiriye û tedbîrên qanûnî hatin girtin.

Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê her wiha teqez kir ku kujerên Hekîm Luqman dê cezayên pêwîst wergirin.

Li aliyê din ve, Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji Balyozê nû yê Tirkiyeyê yê Bexdayê re xwest û tekezî li ser pêşxistina pêwendî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de kir.

 

Vî nûçeyê tevayî: 124 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:04:14