Barzanî: Baştirîn wefa ji bo şehîdên me azadî û serbixweyiya gelê Kurdistanê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di salvegera 29emîn kîmyabarana Helebceyê de, wek wefadariyekê ji giyanê şehîdan û qurbaniyên kîmyabaranê, ligel poleke ji Pêşmergeyên Kurdistanê rawestiya.
16.03.2017, Per - 10:54
Barzanî: Baştirîn wefa ji bo şehîdên me azadî û serbixweyiya gelê Kurdistanê ye
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wêneya xwe ligel poleke Pêşmereyan li ser hejmara xwe ya tûra pêwendiyên civakî belav kir û nivîsî:

“Di gel polek Pêşmergeyên qehreman, Di salvegera kîmyabarankirina Helebçe hezaran silav li giyanê pak ê şehîdên Helebçe û hemû şehîdên Kurdistanê. Baştirîn wefa ji bo şehîdên me azadî û serbixweyiya gelê Kurdistanê ye.”

Di 16 Adara 1988an, rêjîma Beis ya Iraqê bajarê Helebce kîmyabaran kir, di encamê de 5 hezar kes şehîd bûn û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1627 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:40:17