Barzanî : Hevdîtina bi Erdogan re gelek baş derbaz bûye.

Barzanî di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand, civîna wî ya bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re gelek baş bûye û wan derbarê hemû mijaran de gotûbêj kiriye.
26.02.2017, Paz - 19:33
Barzanî : Hevdîtina bi  Erdogan re gelek baş derbaz  bûye.
Nuçe Belav bike

Barzanî di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand, civîna wî ya bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re gelek baş bûye û wan derbarê hemû mijaran de gotûbêj kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di geşta xwe ya ber bi Tirkiyê ve îro yekşemî 26ê Sibata 2017ê saet 16:30 gihîşt Firokexaneya Ataturk a bajarê Stenbolê.

Mesûd Barzanî li Firokexaneya Ataturk a Stenbolê ji aliyê rayedarên Wezareta Derve ya Tirkiyê ve hat pêşwazîkirin.

Piştî bi dawî hatina civîna bi Erdogan re, Barzanî ber bi Enqerê ve kete rê û saet 20:30 gihîşt Firokexaneya Esen Boga ya Enqerê. Biryar e, Barzanî li Enqerê bi Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim re bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê li Enqerê, li ser civîna xwe ya bi Serokomarê Tirkiyê re daxuyaniyek kurt da Rûdawê û got, ku hevdîtina wî bi Erdogan re gelek baş bûye.

Barzanî da xuyakirin, ku wan di vê hevdîtinê de li ser hemû mijaran gotûbêj kir.

Di pêşwaziya Barzanî de, cudatir ji serdanên wî yên berê yên bo Tirkiyê, Ala Kurdistanê li ser avahiyên Firokexaneya Ataturk a Stenbolê û Firokexaneya Esen Boga ya Enqerê hat hildan.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro ji bo hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re, saet 17:00 gihîştibû Koşka Mabyen a li bajarê Stenbolê.

Hevdîtina navbera Barzanî û Erdogan li Koşka Mabyen li pişt deriyên girtî û dûr ji çavên kamêrayan, derdora 1 saetî berdewam kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1556 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:01:07