Barzanî ji bo hêzên pêşmerge û asayişê biryar derxist

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî fermanek derxistiye û têde ragihadiye, ku pêwîst e hemû hêzên pêşmerge, asayiş, polîs û hêzên din ên ewlehiyê navê xwe di sîstema bayometrî ya mûçeyê de tomar bikin, û berovajiyê wê nabe ku hikûmet mûçeyê bide wan.
06.02.2017, Pts - 19:29
 Barzanî ji bo hêzên pêşmerge û asayişê biryar derxist
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî fermanek derxistiye û têde ragihadiye, ku pêwîst e hemû hêzên pêşmerge, asayiş, polîs û hêzên din ên ewlehiyê navê xwe di sîstema bayometrî ya mûçeyê de tomar bikin, û berovajiyê wê nabe ku hikûmet mûçeyê bide wan.

Piştî krîza aborî û darayî ya li Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku guhertinê di sîstema dana mûçeyan de bike û ji bo wê yekê jî dest bi tomarkirina navê karmaned û mûçewergirên Kurdistanê kir.

Hat zanîn, ku proseya tomarkirina navê mûçewergiran, hêzên pêşmerge û hêzên din ên ewlehiyê jî li xwe digire û proseya wê li Wezareta Pêşmegre dest pê kiriye.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî fermanek derxistiye û tê de ragihandiye, ku pêwîst e hemû hêzên pêşmerge û bi taybetî pêşmergeyên ser bi Hêza 70 û Hêza 80î, herwiha hêzên polîs û asayişê navê xwe di sîstema bayometiryê de tomar bikin.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmegre Cebar Yawer di daxuyaniyekê de piştrast kir, ku sîstema bayometrî dê hêzên ewlehiyê û hêzên pêşmerge jî li xwe bigire.

Cebar Yawer got: “Proseya tomarkirina bayometriyê bo mûçe û karta hilbijartinan di nava Wezareta Pêşmerge de dest pê kiriye, piştre jî dê ew prose di nava Hêza 70 û Hêza 80 ên hêzên pêşmerge de dest pê bike”.

Li gorî agahiyan, Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê çendê kiriye, ku pêwîste hemû hêzên pêşmerge û hêzên ewlehiyê navê xwe di sîstema bayometriyê de tomar bikin, eger na, nabe ku hikûmet mûçeyê bide wan. armanc ji wê biryara Mesûd Barzanî ew e ku karmendên rasteqîn ên hikûmeta diyar bibin û kesên ku 2 mûçeyna werdigirin an jî kesên ku bi navê karmendiyê mûçeyê distînin û kar nakin, aşkere bibin û navê wan ji lîsteya mûçeyê were derxistin.

herwiha jî %90ê mûçewergirên sivîl, navê xwe di sîstema bayometriyê de tomar kirine, ku hejmara wan 843 hezar kes e.

Di civîna 31ê meha bihorî (Kanûn) ya îsal a Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê de, Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî aşkere kir, ku dawîn roj bo tomarkirina karmendên sivîl ên hikûmetê, roja 1ê meha Adar a 2017ê ye, lê belê ew prose dê ji bo hêzên serbazî û ewlehiyê berdewam be.

Projeya bayometrî di roja 10ê meha 10 a 2016ê de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat ragihandin.

Bi gotina Berdevekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li Herêma Kurdistanê 1 milyon û 400 hezar kes mûçeyê werdigirin, lê belê tenê 740 hzar kes ji wan karmend in û kar dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1518 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:17:31