Başûrê Kurdistanê; Zêdeyî 700 welatiyan ji ber tozbarînê rakirin nexweşxaneyan

Di çend rojên dawî de pêleka tozbarînê parêzgehên Iraqê û Başûrê Kurdistanê daye ber xwe û li gor pêşbîniyên keşnasiyê dê hat ragihandin ku wê heta roja şemiyê berdewam bike.
08.04.2022, Cum - 13:09
Başûrê Kurdistanê; Zêdeyî 700 welatiyan ji ber tozbarînê rakirin nexweşxaneyan
Nuçe Belav bike

Gorî ragihandinan uji ber tozbarîna zêde di nava 24 saetên dawî de zêdeyî 700 kesan rakirine nexweşxaneyan û 5 kesan jî li Xurmatûyê canê xwe ji dest dan.

Hewlêr: 222 kes rakirine nexweşxaneyê

Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê diyar kir ku ji roja pêncşemê heta îro danê sibehê, 222 kes bo nexweşxaneyên hawarhatinê hatine birin.

Gelek kesên ku li Hewlêrê ji ber tozbarînê rakiribûn nexweşxaneyê, piştî dermankirina bingehîn bo malê hatin şandin.

Bijîşkê Nexweşxaneya Hawarhatinê ya rojavaya Hewlêrê Mihemed Cemîl ragihand ku wan pêşwaziya ji 70 kesan zêdetir kiriye ku ji ber tozê ne dikarîn bi başî bêhnê bistînin lê tenduristîya wan niha baş bûye û piştî dermankirina bingehîn ew şandine malê.

Li Xurmatûyê 5 kes mirin

Qeymeqamê Xurmatûyê Hesen Zeyn Abidîn ji radyoya Rûdawê re axivî û diyar kir ku ji ber pêla tozbarînê ya li Iraqê bêhna 145 kesan çikiyaye û di encamê de 5 kes mirin, du kesan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan, yek ji wan nexweşê kanserê bû, nexweşekî din jî krîza mêjiyê lê dabû. Ji 5 kesên mirî 3 kes mirî rakiribûn nexweşxaneyê.

Qeymeqamê Xurmatûyê li ser 145 kesên ku rakiribûn nexweşxaneyê got, “Baş e ku ew piştî dermankirina bingehîn bo malên xwe hatine şandin û rewşa wan a tenduristiyê baş e.”

Tê gotin ku li Xurmatûyê diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane di navbera 43-82 salî de ne.

Der barê amadekariyên wan ên ji bo tozbarînê de Hesen Zeyn Ebedîn diyar kir ku îro pêla tozbarînê ya li Xurmatûyê li gorî rojên berê kêmtir bûye û got, “Eger Xwedê nekirî tozbarîn xurttir bibe yan jî dewam bike, me amadekariyên pêwîst kirine.”

Yek ji wan kesên ku canê xwe ji dest dane 76 salî ye û li gor pismamê wî yê ku bi nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed re diyar kiriye ku pirsgirêkên wî yên bêhn standinê hebûne lê duh ji ber tozê bêhna wî çikiyaye û li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Silêmanî: 45 kes rakirine nexweşxaneyê

Berdevkê Rêveberiya Tendirustiyê ya Silêmaniyê Saman Letîf ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku roja Înê 45 kes ji ber tozbarîne rakirine nexweşxaneyan.

Li aliyê din Rêveberê Tendirustiyê yê Raperînê diyar kir ku ji ber tozbarînê û xirabûna rewşa tenduristiyê 35 welatî hatine nexweşxaneyên Ranye, Qeladizê û Çarqurneyê.

Pêla tozbarînê Germiyan jî daye ber xwe. Nûçegihanê Rûdawê yê li Germiyanê diyar kir ku ji ber tozbarînê 41 kes rakirine nexweşxaneyê, 30 jê zarok in.

Cîgirê Rêveberê Tenduristiyê ya Çemçemalê Dr. Şerîf Rehîm ji Rûdawê re axivî û got, “Ji doh vir ve 40 kes ji ber bêhntengiyê rakirin Nexweşxaneya Çemçemalê û ji bo aramiya tenduristiya wan tedawiya bingehîn hate kirin.”

Kerkûk: 206 kes rakirin nexweşxaneyê

Rêveberê Tendirustiyê ya Kerkûkê Nebîl Hemdî jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da xuyakirin ku 206 kes ji ber tozbarînê rakirine nexweşxaneyê, ji ber tozê ti kesan li Kerkûkê canê xwe ji dest nedane.

Wezîr û rayedarên tendirustiyê jî bang li welatiyan kirin ku ji malên xwe dernekevin û heger derdikevin jî maskeyan bidine ber devê xwe.

Duhok: 162 kes rakirine nexweşxaneyê

Dr. Sekvan Doskî, Rêveberê Nexweşxaneya Azadî ya Duhokê ku beşa hawarhatin a nexweşiyên dil û bijîşkiya hundirîn jî lê heye, ji Rûdawê re axivî û got, “Ji ber tozbarînê nêzî 150 kesan hatin nexweşxaneyê, ew kes hatine dermankirin û ji wan niha tenê 2 kes mane.”

Li gor keşnasiya Dihokê, mesafeya dîtinê li Dihokê heta 900 metreyan kêm bûye û dê tozbarîn heta îşev bidome.

Li aliyê din, Dr. Şehram Ezîz pisporê nexweşiyên dil, sîng û bijîşkiya hundirîn li Nexweşxaneya Azadiyê bi nûçegihanê Rûdawê Nasir Elî re diyar kir û ji welatiyan xwest ku li malên xwe bimînin, bi taybet ên ku pirsgirêkên bêhn standinê bi wan re hene, heta ku tozbarîn bi dawî dibe ji malên xwe dernekevin.

Helebce: Çar kes li nexweşxaneyan tedawî dibin

Rêveberê Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Helebceyê Se'dî Refet ji Rûdawê re got, “Ji ber tozbarînê 20 kesan serdana nexweşxaneyê kirine û hatine dermankirin, niha tenê 4 kes di nexweşxaneyê de dimînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 576 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:58:51