Bêgerd Talebanî: Ji bo rûbirûbûna metirsiyên keşûhewayê divê em gavên stratejîk bavêjin

Wezîra Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê dibêje, nîşanên guherîna avhewayê metirsîdar in û pêwîst e em gavên stratejîk ji bo çareserkirina wan metirsiyan bavêjin.
14.06.2023, Çar - 14:43
Bêgerd Talebanî: Ji bo rûbirûbûna metirsiyên keşûhewayê divê em gavên stratejîk bavêjin
Nuçe Belav bike

Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî di merasîma vekirina Komeleya Avdaniyê ya ji bo Pêşxistina Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê de got; Ez ê bi hemû awayî destekê bidim vê komeleyê, da ku hûn bi awayekî serkeftî xebatên xwe bimeşînin. Ji bo ku cotkar hemû daxwazên xwe yên di pîşeya çandiniyê de pêk bînin, ev ê ji wan re yek bibe destekeke mezin.”

Got jî: “Gotinek heye dibêje, miletekî ku nanê xwe tune be, nikare biryarên xwe bide. Di van salên dawî de me gelek ezmûn li Herêma Kurdistanê ceribandine, eger em ezmûnên xwe yên siyasî bi ezmûna rêveberiya xwe ya niha re bidin ber hev, em ê bibînin ku me çîneke herî girîng a vî welatî, ew jî cotkar paşguh kiriye ku bi vê axa pîroz re mijûl dibe.”

Bêgerd Talebanî got: “Hemû şerên siyasî, bi diyalogê bi dawî dibin, lê şerê giranî û kêmbûna xwarinê, dê civakan wêran bike. Guhertina keşûhewayê di van salên dawî de ji me re nîşaneyên xeternak vedibêje. Ji me tê xwast wek navçeyeke çandiniyê û wekî selika xwarinê ya navçeyê, divê ji bo rûbirûbûna van metirsiyan gavên stratejîk bavêjin.”

Da zanîn jî: “Em weke Wezareta Çandiniyê di Kabîneya Nehemîn de, zû pê hesiyan ku pêwîstiya me bi avakirina komeleyên sektora çandiniyê heye. Ji ber vê yekê me karî mekanîzmeke guncaw li gel çend rêxistinan bipêş bixin û bi heman armancê komîteyeke bilind bi çavdêriya Cîgirê Wezîrê di Wezareta Çandiniyê de hat avakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 327 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:35:40