Belevuka Civata Ruhanî ya îzîdîyan .

Piştî rudana bûyerên dil bi êş li Şengalê ( Komalgaha Xanesorê )ya bi ser Nehîya Sinonê ve dikeve , li rojê înê 3.3.2017 de ku ew bûyer bûye cihê dil giranîyê , lê mixabin ew kesên bune qurbanî li wê deverê cihê wan bi heşt bibe û daxazîya selametîyê ji bo birîndaran dikin.
04.03.2017, Cts - 19:45
Belevuka Civata Ruhanî ya îzîdîyan .
Nuçe Belav bike

Piştî rudana bûyerên dil bi êş li Şengalê ( Komalgaha Xanesorê )ya bi ser Nehîya Sinonê ve , li rojê înê 3.3.2017 de ku buye cihê dil giranîyê , mixabin ew kesên bûne qurbanî li wê deverê cihê wan bi heşt bibe û daxazîya selametîyê ji bo birîndaran dikin.

Em helwestên xwe bi vê şêwazî eşkere dikin :

1- Em li dijî birakujîyênin û dixwazin şer û lêkdan rewastê ji ber birînê me kur û tazeye û heyanî niha jî êşê me berdewame.

2- Qazayê Şengal û devera Sinonê û xanesorê deverên Kurdistanî ne , em li dijî perçekirina deverên îzîdîyane û pêdevî heye ev cih ji hêla hikûmeta herêma Kurdistanê ve bê birêve birin.

3- Li heman demê em spasîya ( PKKê) dikin ku bi hewara rizgarkirina xelkê Şingalê ve hatin û qurbanî dan weku pişmergeyên qehraman bi hewara Kobanê çûn… Belê em dixwazin îroj Şengalê bihêlin û bi taybet nahiya Sinonê û Komlagaha Xanesorê daku jîn û Jîyan û Îstiqrar vegere weke caran .

Îmzakirina endamin Civata ruhanîya îzîdîyan û serokên huzin Şengalê .

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1439 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:38:15