Berdevka Hevpeymaniya Navdewletî: DAIŞ bi temamî lawaz bûye

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê tekezî li ser lawazbûna rêxistina terorê ya DAIŞê li Iraqê dike û radigihîne ku DAIŞ ji bo têkdana seqamgîriya Iraqê hemû amrazên li ber destê xwe bi kar tîne.
28.12.2022, Çar - 05:29
Berdevka Hevpeymaniya Navdewletî: DAIŞ bi temamî lawaz bûye
Nuçe Belav bike

Berdevka Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Rachel Jeffcoat beşdarî bernameya Kurdistan24ê bû û ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, hevbeşiya xwe ya ligel artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna terorê de didomîne.

Rachel Jeffcoat diyar kir, DAIŞ bi temamî lawaz bûye û ti xakekê di destê wê de nemaye û di dema borî de hatiye têkbirin, ew liv û tevgera ku niha encam dide, tenê armanca wê têkdana seqamgîriya Iraqê ye.

Jeffcoat destnîşan kir: “DAIŞ hewl dide hemû wan amrazên ku li ber destê wê ne, ji bo têkdana seqamgîriya Iraqê bi kar bîne, lê belê em ji bo dayîna şêwrê bo hêzên artêşa Iraqê û Pêşmerge li vir in, da ku DAIŞ were têkbirin.”

Berdevka Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê got: “Em ne di wê baweriyê de ne ku şiyana DAIŞê ya xwerêxistinkirinê hebe û DAIŞ dê careke din serî hilnede. Niha jî em di çavêdêrîkirina çalakiyên wan de berdewam in û em hevbeşiya ligel artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge didomînin, ku îsal çendîn derbe li çekdarên DAIŞê dane.”

Derbarê şiyana hêzên Pêşmerge de, Rachel Jeffcoat diyar kir, hêzên Pêşmerge xwedî şiyan û xwedî ezmûneke mezin e, rola wan a berçav di şerê dijî terorê de hebû, loma niha jî şiyana wan a têkbirina êrîşên DAIŞê heye.

Li ser pêwendiyên wan ên ligel hêzên Pêşmerge, Jeffcoat eşkere kir, hêzên Pêşmerge bihêz in û cihê baweriyê ne û pêwendiyên wan li ser vê bingehê bûye.

Herwiha derbarê hevkarîkirina hêzên Pêşmerge de, Berdevka Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê tekezî li ser berdewamiya hevkariyên xwe ji bo hêzên Pêşmerge di sala bê de kir û ragihand, ji bilî şêwir û rahênana hêzên Pêşmerge, dabînkirina kelûpelên serbazî û avakirina jêrxana serbazî pêşkêş dikin.

Rachel Jeffcoat bal kişand ser proseya yekxistina hêzên Pêşmerge û ragihand, ew di hevahengiyê de berdewam in, da ku şiyan û hêzên Pêşmerge bihêztir bikin bi rêya rahênan û karkirina bi awayekî profesyonel û got: “Em dixwazin di sala 2023yan de hêzên Pêşmerge bihêztir bibin.”

Herwiha li ser hevahengiya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Rachel Jeffcoat bal kişand ser berdewamiya hevahengiyê û pêşkêşkirina hevkariyê.

Jeffcoat behsa pakêta alîkariyên xwe yên ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir û tekezî li ser berdewamiya pêwendiyan û encamdana operasyonan ji bo têkbirina DAIŞê kir.

Derbarê operasyonên Tirkiyê yên dijî Rojavayê Kurdistanê de, Rachel Jeffcoat ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî hemû wan operasyonan red dike ku dibin sedema têkdana amadekariyên ji bo têkbirina terorê li wê navçeyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:03:14